Wezîrên derve yên Pakistan, Misir, Erebistana Siûdî û Tirkiyê teqezî li ser pêwîstiya "berdewamiya hevkariyê" kirin ji bo piştgiriya hewildanên kêmkirina rageşiyê li herêma Rojhilata Navîn û pêşîgirtina li belavbûna pevçûnan.
Di civîna çaralî ya wezîran de li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, banga destpêkirina rêyeke danûstandinê di navbera Washington û Tehranê de kirin û bal kişandin ser girîngiya xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê.
Di civînê de li ser rêbazên başkirina hevkariya hevbeş derbarê pêşketinên bilez û zêdebûna leşkerî ya xeternak li herêmê nîqaş hatin kirin, di heman demê de teqezî li ser pêwîstiya çareseriyên dîplomatîk û diyalogê ji bo kontrolkirina krîzê û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya herêmî hat kirin.
Wezîran li ser hewldanên ku di çarçoveya hevkariya çaralî de ji bo kêmkirina rageşiyê têne kirin nîqaş kirin û nirxandinên li ser bandorên aborî yên rageşiya leşkerî û pêşîgirtina li kaosek tevahî ya herêmê, her weha bandorên vê pevçûna berdewam li ser ewlehiya enerjiyê û bilindbûna bihayên petrol û enerjiyê jî parve kirin.